Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî piştgirîyê ji artêşa Îraaqî re li ser sînor dabîn dike

Arêşa Îraqî piştgirîya cewî û lojistî ji Hevpeymanîya Navdewletî wergirt di operasyonên paqijkirina deverên bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re, Fermandarîya Operasyonên Cezîrê û Badiyayê Pêncşemê (6ê Hezîranê) ragihand.

"Artêşê şeş terorîst li Wadî Ferat û Wadî Ulûm li biyabana Qaimê kuştin, sê veşartgeh wêran kirin û dest danî ser mêjereke mezin ji çek û teqemenîyên li jêr erdê vaşartîbûn" fermandarê operasyonan lîwa Qasim Muhemedî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku herwiha wan dest danî ser navgînên çar palder, tankereke bi mazotê barkirî, mêjereke pereyan, kompûyter û sîstemeke înterneta asmanî (Sûreya).

Wî got ku hevpeymanîya navdewletî "alîkarîya asmanî ya gelek baş" ji artêşa Îraqî re li wan deveran dabîn kir û ew bi wêneyên asmanî zêde kirin.

"Piştgirîya ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî ve alîkarîyê dike di parastina xebatên me de û di kêmkirina rîskê de li ser hêzên me yên li wan deveran," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500