Nûçeyên Iraqê

2 jin û 6 zarok ji malbatên DAIŞê ji Sûrîyayê bo Amerîkayê tên veguhestin

Du jin û şeş zarok ji malbatên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Çarşemê (5ê Hezîranê) bo Amerîkayê hatin vegerandin di dawîn veguhastina ji kamp qerebalix a li Sûrîyayê de, AFP ragihand.

Ev gav di çarçoveya xebatên Birêverîya Xweser ya Kurdî li bakur-rojhilatê Sûrîyayê de bo sivikkirina barê kampa Holê, ku dora 74,000 kes ji bêhtir ji 40 welatan tê de hene, tê.

Ev jî piştî vegerandina pênc sêwîyên Norwêcê ji heman kampê pêk hat û herwiha birêveberîyê dest bi vegerandina bi hezarên jin û zarokan Sûrî bo warên wan kir, di çarçoveya xebateke berfireh de bo valakirina Holê ji niştecihên wê yên Sûrî.

Uzbakistanê jî got wê bêhtir ji 100 welatîyên xwe ji Sûrîyayê heftîya borî vegerandin.

Vegerandina roja Çarşemê "li ser daxwaza hikumeta Amerîkî pêk hat... vegera bêzor li ser bingeha ku welatîyên Amerîkayê bi kêfa xwe ne vegerin welatên xwe ya nevegerin bêyî tu fişar û zor," peyvdar Kemal Akif di daxuyanîyekê de kifş kir.

Akif ji AFP re got ku her heşt ji "malbatên DAIŞê" yên di kampa Holê dijîn de bûn, kampa ku endamên DAIŞê, malbatên wan û herwiha sivîlên ku ji malên xwe koçner bûne jî li wir dijîn.

Li Waşintonê, peyvadara Wezareta Derve ya Amerîkayê teqez kir ku Amerîka "bi selametî" welatîyên xwe, di nav de zarokin biçûk, ji Sûrîyayê wergirtin û di vegera wan de bo welat jî bû alîkar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500