Nûçeyên Iraqê

Îraq dê bermahîyên di gorên DAIŞê de li devera Êzîdîyan destnîşan bike

Desthilatdarîya Îraqî dê dest pê bike bermahîyên 141 kesan, ku ji gorên komî li devera Şengalê ya Êzîdîyan hatine derxistin nas bike, serokê ofîsa bijîşkîya tawanzanî li Bexdayê Pêncşemê (6ê Hezîranê) got.

"Bermayî dê pêşî werin sehkirin û di pişt re nimûneyên DNA dê werin birin daku bidin ber nimûneyên ku ji malbatan hatine berhevkirin," Zeyd Yûsif ji AFP re got.

Xebat beşeke ji lêgerîna ji alîyê hikûmeta Îraqî û tîmeke NY a taybet ve bo berhevkirina delîlên derbarê tawanên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kirin.

NY ji par ve dest bi lêpirsîna xwe ya hevbeş kiriye, bi xepartina gora bi kom a yekem ya qurbanîyên DAIŞê li derdora gundê Koço li Şingalê di meha Adarê de.

NY got ku maha borî 12 cih ji 16 gorên hatine naskirin li derdora Koçoyê hatin xepartin.

Lê Yûsif got ku qonaxa tê ji naskirina qurbanîyan dê proseyeke pir xeternak be.

"Me dora 1,280 nimûne ji malbatan birin li Şingalê, lê pirsgirêk ew e ku gelek ji wan, tenê yek ji wan sax maye û yên din hemû winda ne," wî got.

"Eger emwê ligel êrîşên terorîst ên din behev bikin, em dê bibînin sê, çar yan pênc kesên sax kesek ji an winda ye. Lê li vir, sê, çar an pênc kes wenda ne û tenê kesek ji wan sax e," Yûsif anî ziman .

Wî got ku proseya naskirinê dê herwiha bi rêjeya zewacê di nav Êzîdîyan de, yên ku kêm ji derveyî civaka xwe dizewicin, bandor bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500