Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên Hevpeymanîyê 7 çekdarên DAIŞê li nêzî sînorê Îraqê dikujin

Heft çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin û veşartgeha wan hat wêrankirin di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî de li parêzgeha Enbarê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Çarşemê (5ê Hezîranê) ragihand.

Bi xwespartin bi agahîyên hewalgirî yên derbarê veşartgeheke çekan a jêrzemînî li çola Wadî Caîl li Dulabê, li rojavayê Hîtê, balefireke Hevpeymanîyê di demjimêr 5ê sibeha Çarşemê de êrîşeke asmanî pêk anî û heft çekdar kuştin û veşartgeha wan wêran kir, fermandar lîwa Mehmûd Felahî eşkere kir.

Hemû çek û teqemenîyên di veşartgehê de hatin wêrankirin, wî ji Diyaruna re got.

"Çekdarên ku li deverê çalak bûn, hejmarek ji operasyonên terorî pêk anîne, di nav de kiryarên moxleçîyê û êrîşên li ser rêwîyan," wî got, û wiha qala operasyonê kir "ew pir girîng e di çarçoveya xebatên bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500