Nûçeyên Iraqê

Dîsan bi tamamî Herêma Kesk li Bexdayê tê vekirin

Hikumeta Îraqî di daxuyanîyekê de got ku Herêma Kesk a xwedî ewlehîyeke bilind li navenda Bexdayê roja Sêşemê (4ê Hezîranê) bi temamî dîsan hat vekirin piştî rewşa ewlehî li seranserî welat baş bû.

Daxuyanîyê anî ziman ku "kolanên Herêma Kesk aniha ji bo çûnûhatinê li serê her saetê vekirî ne."

Gihaştina Herêma Kesk ji piranîya Îraqîyan re ji 2003an ve ne tiştekî nepêkan bû.

Hikumetê da zanîn ku hemû rêbend û rêbendên çementoyî hatin rakirin, û dê dever ji bo çûnûhatinê weke hemû deverên paytextê vekirî be.

Li gorî daxuyanîyê, neh kolan di hundirê Herêmê de hatin vekirin, ligel Taşrî û Wezaret el-Dîfaa, û da zanîn jî ku dê hêzên ewlekarîyê van kolanan biparêzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500