Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrîyayê Idlibê topbaran dike, 6 sivîl tên kuştin

Topbaran û bordumanên rejîma Sûrîyayê şeş sivîl li bakurê rojavayê Sûrîyayê Duşemê (3yê Hezîranê) kuştin, AFP ragihand.

Bordumana Şamê û hevalbenda wê Mosko ji parêzgeha Idlibê û deverên li derdora wê re bûn sedema kuştina bêhtir ji 300 kesan ji dawîya Nîsanê de, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Topbaran bûye sedema bêwarbûyîna bêhtir ji 270,000 kesan di meha Gulanê bi tenê de, li gorî NY.

Rûsya Duşemê rê li ber daxuyanîyeke Encumena Ewlekarîyê ya NY ku operasyona serbazî ya Sûrîyayê li ser herêma Idlibê rexne dike girt.

Tundîya li Idlibê û derdora, ku tevî hebûna agirbesteke bi serpereştîya Rûsya û Turkîyayê ku di Îlonê de hatibû wajûkirin diqewime, tirsên ji bobelateke mirovî ya herî xerab di her heşt salên şerê Sûrîyayê de zêde dike, ya ku heta aniha canê bêhtir ji 370,000 kesan çinîye.

Kremlin Duşemê angaşt kir ku artêşa Rûsî bi tenê "terorîstan" li herêma Idliba Sûrîyayê, ya ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, dike armanc.

Rewangehê got ku herî kêm çar kes di êrîşên asmanî yên rejîmê de li ser bajarokê Maeret Numan hatine kuştin.

Rewangehê got ku sivîlekî din li bajarokê Hêş hat kuştin, û yê şeşem bi agirbarana rokêtekê li ser gundekî li parêzgeha Hemayê hat kuştin.

Human Rights Watch Duşemê rejîma Sûrîyayê û Rûsya bi bikaranîna "çekên li ser asta navdewletî qedexekirî di êrîşên neyasayî de li dijî sivîlan li bakur rojavayê Sûrîyayê di heftîyên dawî de gunehbar kirin."

Rêxistinê got ku wan "çek û cebilxaneya qedexekirî bi kar anîye... ligel qaseke mezin a teqemenîyên wêrana giştî pêk tînin ji jor de, di nav de 'barmîlên teqîner'."

Bi giştî 24 sazîyên tendirustîyê û 35 dibistan bûne armanca di girjîya dawî de, li gorî ofîsa mirovî ya NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500