Nûçeyên Iraqê

Hêzên ewlekarîyê endamên şaneke terorîst ku plana êrîşan dikir li Îraqê digirin

Hêzeke hevbeş a ewlekarî endamên şaneke terorî ku plan dikir êrîşan li sê parêzgehên Îraqî pêk bîne girtin, Wezareta Hundir a Îraqî Duşemê (3yê Hezîranê) ragihand.

"Bi hevahengî ligel hêzên ewlekarîyê li parêzgehên Mûsilê, Selahedînê û Kerkûkê, Fermandarîya Operasyonên Taybet a Ajansa Dijî Terorê endamên şaneke terorîst ku plan dikir operasyonên terorî pêk bîne û ewlehî û aramîya welatîyan li sê parêzgehan armanc bike girtin," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Operasyon di çarçoveya xebatên hewalgirî di rojên dawî de li ser şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500