Nûçeyên Iraqê

Îraq ceza mirinê li her 11 DAIŞên Fransî dibire

Dadgeheke Bexdayê Duşemê (3yê Hezîranê) du welatîyên din ên Fransî bi mirinê darizandin ji ber têkilîya wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, û wiha 11 kesên Fransî ku ji Sûrîyayê hatin veguhestin rastî mirinê tên, AFP ragihand.

Bilel Kabaoui, 32-salî, Mourad Delhomme, 41-salî, tevlî neh welatîyên Fransî û welatîyekî Tûnisî bûn ku cezaya mirinê li wan hat birîn paş dadgehkirinên bi dirêjahîya heftîya borî. Dora 30 rojan maye bo istînafkirina dadgehkirinan.

Îraqê bêhtir ji 500 endamên biyanî yên DAIŞê dadgeh kirine ji destpêka 2018an de.

Dadgehên wê gelek bi bihûrandina jîyanê di zindanê de û hineke din bi mirinê hukim kirine, lê hîna tu endamên DAIŞê yên biyanî nehatina sêdarekirin.

Yasaya Îraqî cezayê mirinê, bi rêya sêdaredanê, li ser kesên tevlî "komeke terorîst" dibin disepîne -- eger wan çek jî nehilgirtibin.

Fransa çend caran teqez kiriye ku welatîyên wê yên li Sûrîya û Îraqê hatine girtin divê li wir werin dadgehkirin berî ku ew ji alîyê dadgehên lokal vê bên darizandin, lê ew teqez dike ku ew li dijî sizaya mirinê ye.

Peyvdara hikûmeta Fransî Sibêû Ndiaye Yekşemê eşkere kir ku berpirs "li ser asta herî bilind" di van haleyan de destêwerdan kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500