Nûçeyên Iraqê

800 Sûrî ji kampa Holê ya biqerebalix derdikevin

Dora 800 jin û zarokên Sûrî dest bi derketina ji kampa Holê ya di destê Kurdan de ye li bakur-rojhilatê Sûrîyayê, li parêzgeha Hesekê Duşemê (3yê Hezîranê) kirin, ku berê xwe dan parêzgeha xwe Reqayê ya li nêzîk, AFP ragihand.

Herî kêm 17 bas ku ji deverê derdketin hatin dîtin weke yekemîn veguhestin ji vê kapma tijexelk, ku dora 74, 000 kes dihewîne.

Desthilatên Kurdî li bakur-rojhilatê Sûrîyayê roja Yekşemê got ku ew paln dikin 800 jin û zarokî di nav de çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) radestî malbatên wan bikin.

Ew dê "radestî malbatên xwe bibin" li ser daxwaza êlên Ereb ên xwecihî, li gorî Ebd Mihbaş, hevserokê encumena rêveber a Birêverberîya Xweser.

Ev gav piştî lihevkirina ku Birêvberîya Xweser û êlên Ereb gihaştinê di civîna ku li Eyn Îsayê meha borî hatibû lidarxistin de pêk hat.

Mihbaş anî zimên ku ev yek bi armanca valakirina kampa Holê ji niştecihên Sûrî dê ji mezintirîn derxistin be, ku piştî Cejna Remezanê jî wê qefleke din bê derxistin.

Bi hezaran hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê ji gundên Sûrî yên li başûrê kampê di çend mehên borî de li Holê hatin bicihkirin.

Hejmara wan serêşîyek ji Birêvebrîya Xweser re çêkir û herwiha tirseke ku egerî heye kamp veguhere navendeke tundrew a nû.

Mihbaş dîyar kir ku koma roja Duşemê niştecihên Reqa û bajarokê Tebqaya cîran digire dest.

Wî da zanîn ku kesên tê payîn têkilîyên wan bi DAIŞê re hene dê li jêr çavdêrîya êlên Ereb ên xwecihî bin, ku der barê vê yekê gotina xwe dane.

Li alîyekî din, Birêveberîya Xweser li bakur-rojhilatê Sûrî roja Duşemê bêhtirî pênc sêwîyên DAIŞê radestî desthilatên Norwêcî kirin, peyvdar Kemal Akif di daxuyanîyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500