Herî kêm sê sivîl hatin kuştin û 16 kesên din birîndar bûn di çend teqînan de ku li nava Kerkûkê qewimîn di derengîya şeva Pêncşemê (30ê Gulanê) de, Navenda Ragihandina Ewlekarîya Îraqî got.
Navenda Ragihandinê got ku şeş bombeyên bidestçêkirî li kolana Qudis, Muhafeza û rêya Bexda- Kerkûkê teqîyan, û hêzên ewlekarîyê karîn dudwan ji wan pûç bikin.
Heta aniha kesî xwe nekiriye berpirsyarê bûyerê, lê şanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hîn li deverên çalak in piştî binketina rêxistinê li Îraqê di Kanûna Yekem a par de.