Nûçeyên Iraqê

948 di mehekê de tên kuştin di encama tundîyê de li bakur-rojavayê Sûrîyayê

Zêdebûna di tundîyê de li bakur-rojavayê Sûrîyayê 948 kes di mehekê de kuştin, ku sêyeka wan sivîl in, AFP Înê (31ê Gulanê) ragihand.

Ji 30ê Nîsanê ve, agirê rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê 288 sivîl kuştin di nav wan de 67 zarok, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rokêtên tundrewan 22 sivîl kuştin, di nav wan de 10 zarok li devera li jêr kontrola rejîmê.

Pevçûn û bordumanên li ser qiraxên herêma Idlibê, ya ku bi piranî li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, canê 369 tundrewan û çekdaran çinîne, û herwiha canê 269 çekdaran li alîyê rejîmê.

NY dibêje ku dora 270,000 kes ji ber şer bêwar bûne ji dawîya Nîsanê ve, û ajansên hawarçûnê û alîkarîyê li hin deveran neçar bûn karên xwe rawestînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500