Keçeke Êzîdî ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hatibû girtin vê dawîyê hat azadkirin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Pêncşemê (30ê Gulanê) ragihand.
"Hêzeke Ajansa Hewalgirîyê ya Wezareta Hundir keçeke Êzîdî ya revandî ya ku di veşartgeheke DAIŞê de li biyabana Enbarê hatibû girtin azad kir," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.
"Hêzên ewlekarîyê berî vê girtin ser veşartgehê û heft terorîst kuştin," daxuyanîyê got, û da zanîn ku "operasyon li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên deqîq ji alîyê Birêveberîya Hewalgirîyê ya Polîsê Fedearl ve hat cîbicîkirin".