Nûçeyên Iraqê

Amerîka û Rûsya planeke aştîyê nîqaş dikin da ku îzoleyê li ser Sûrîyayê bi dawî bikin

Amerîka û Rûsya derbarê "rêbazeke gengaz ber bi pêş ve" ku karibe Sûrîyayê ji îzoleya navdewletî derxe giftûgo dikin, eger Sûrîyê çend gavan qebûl bike, di nav de pêkanîna agirbestekê li Idlibê, şanderê Amerîkî bo Sûrîyayê Çarşemê (29ê Gulanê) got.

Jim Jeffrey ji ragihîneran re piştî civîneke Encumena Ewlehî ya NY ya girtî got ku Mosko û Waşinton "rêbazê gav bi gav" nîqaş dikin da ku şerê heşt salan bi dawî bikin, lê hewcedarîya vê yekê bi "biryarên zehmet" heye, AFP ragihand.

Di giftûgoyên li Rûsyayê de vê mehê, Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pempeo nîqaş kir ku "dê plan derfetê bide hikûmeta Sûrî ku pêbend e bi (biryara NY) 2254 bo vegere nav civaka navdewletî", Jeffrey got.

Biryara 2254 bang bo giftûgoyên aştîyê, reşnivîsa destûrekî nû û hilbijartin li jêr serperiştîya NY dike.

Lê şanderê Amerîkî got ku "heta aniha me tu gav nedîtine mîna gihiştin bi agirbestekê li Idliblê, lidarxistina komîteyeke destûrî ku dê bihêle em bawer bin ku rejîma Esed bi rastî tê digihêje bê çi jê tê xwestin ku bike da ku vî şerî bi dawî bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500