Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên rejîmê li bakur-rojavayê Sûrîyayê 13 kesan dikujin

Pêla dawî ya bordumana rejîmê li bakur-rojavayê Sûrîyayê herî kêm 13 kuştin Çarşemê (29ê Gulanê), AFP ragihand.

Êrîşên asmanî, ku bermîlên teqîner di wan de hatin bikaranîn, û topbarana ji alîyê balefirên şer ên rejîmê û Rûsya vebûn sedema mirinan sivîlan di heftîyên borî.

Herî kêm 27 sivîl -- di nav de herî kêm neh zarok -- di heman rewşan de roja Sêşemê hatin kuştin, ev yek jî hejmara herî mezin a qurbanîyan e li herêmê ji dema ku rejîmê dest bi zêdekirina êrîşên xwe kir di dawîya Nîsanê de.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, heft ji qurbanîyên Çarşemê di êrîşeke hewayî de li ser gundê Sercayê hatin kuştin.

Ew li parêzgeha Idlibê ye, ya ku piranîya wê li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku her sê qurbanîyên din bavek û du zarokên xwe li gundê Berayê bûn.

"Bombebarana rejîmê û Rûsyayê li gelek deveran bi dijwarî berdewam bû. Êrîşên asmanî yên Rûsî giranî danîn ser Xan Şêxûn lê heta aniha tu qurbanî çênebûne," wî got.

Hejmara mirîyên di rojên dawî de yên navên wan hatine qeydkirin li Idlibê û derdora wê gihiştîye 270 kesan di mehekê de, li gorî Rewangehê.

Li gundên ku rastî êrîşên asmanî hatin, gorên nû berbangê hatin kolandin û sivîl bi dizî hatin xaksipartin bo xwebidûrkirin ji lêdanên hewayî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500