Nûçeyên Iraqê

Îraq cezaya mirinê li 2 DAIŞên Fransî dibire

Dadgeheke Bexdayê ceza li du kesên Fransî Sêşemê (28ê Gulanê) birî ji ber tevlîbûyîna nav rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), û wiha hejmara endamên DAIŞê yên Fransî yên cezayê mirinê li wan birîn li Îraqê giha şeşan, AFP ragihand.

Brahîm Necara û Kerem El Herçayonî di nava 12 welatîyên Fransî yên ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ew radestî desthilatên Îraqî kiribûn de.

Hikumê dadgehê tevî dijberîya Fransî ji cezayê re hat, paş zincîrek ji hukimên hevşêwe vê heftîyê li dijî welatîyên Fransî yên bo Bexdayê hatibûn radestkirin.

Di mehên dawî de, Îraqê bi hezaran terorîst girtin, di nav de biyanîyên ku li Sûrîyayê ji bal QSD ve hatibûn girtin.

Çar welatîyên Fransî yên din -- Kevin Gonot, Leonard Lopez, Salim Maço û Muştaqa Merzûxî -- cezaya mirinê li wan hat birîn di rojên dawî de ji hêla dadgeheke Bexdayê ve.

Necara, 33-salî, tevlî operasyonên çekdarên biyanî yên DAIŞê bûbû, li gorî Navenda Analîzên Terorîzmê ya Fransî.

Wî alîkarî da çekdarên biyanî ku tevlî DAIŞê li Sûrîyayê bidin, û birayekî xwe qayil kir ku êrîşekê li Fransayê pêk werîne, û destê wî di yek ji teqînên xwekujî de hebû li mozexaneya Bataklanê di êrîşên 2015an ên Parîsê de.

Herçaoyî, 32-salî, sala 2014an ji Belcîkayê berê xwe da Sûrîyayê.

Ew dikarin di nava 30 rojan de tanê li biryara dadgehê bidin.

Her şeş kesên din dê di rojên werin de pêşberî dadgehê bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500