Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên rejîmê li bakur-rojavayê Sûrîyayê berdewam dikin

Balafirên rejîma Sûrî Pêncşemê (23yê Gulanê) gelek bajarok li bakur-rojavayê Sûrîyayê bombebaran kirin, di encamê de pênç sivîl hatin kuştin, di demekê de ku leşker û milîs li ser erdê şerê tundrewan dikin, AFP eşkere kir.

Ev bombebarana nû li ser herêma Idlibê ku li jêr destê tundrewan e piştî êrîşên êvara Sêşem û roja Çarşemê hat ku 23 sivîl hatin kuştin, 12 ji wan li bazareke qerebalix.

Li parêzgeha Hemayê ya cîran, ev sê roj in hêzên rejîmê êrîşeke dijber ya tundrewan li dora bajarokê Kefer Nebûdayê dibersivînin, û 15 çekdar di encamê de hatin kuştin, 11 ji wan tundrew in, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewanghê dîyar kir ku hêzên rejîmê bajarok di 8ê Gualnê de stand, lê tundrewan piranîya wî roja Çarşemê vegerand.

Bêhtir ji 100 çekdarî di şerê li dora Kefer Nebûdayê de hatin kuştin ji roja Sêşemê de.

Tehrîr el-Şam piranîya Idlibê kontrol dike û herwiha hinek beşan ji parêzgehên li tenîştê mîna Heleb, Hema û Laziqîyê.

Herêma di destê tundrewan de li gorî lihevkirina hêrameke veqetîner li jêr parastineke bi nav e, lê rejîm û Rûsîya bombebarana xwe di heftîyên dawîn de pir zêde kirine, û gelek bajarok li alîyê başûrî bi dest xistine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500