Nûçeyên Iraqê

Holenda fermandarekî tundrew ê Sûrî yê gumanbar digire

Polîsê Holendî roja Sêşemê (21ê Gulanê) kesekî Sûrî yê penagehê dixwaze, yê gumanbar e ku tawan kirine weke fermandarekî Enîya Nusrayê girt, AFP ragihand.

Enîya Nusra aniha koka Tehrîr el-Şam e, hevbendîyeke tundrew e li Sûrîyayê.

Zilamê 47 salî, tenê bi navê, Ebû Xedûr dihat naskirin, li Kapelle li başûr û rojavayê Holendayê hat girtin, dozgerê Federalî got.

"Ew zilam bersûc e ku di şerê çekdar de weke fermandarê tabûreke Enîya Nusrayê ya terorîst cih girtiye,"dozger di daxuyanîyekê de got.

Ew hat girtin "ji ber guman heye ku destên wî di tawanên şer û tawanên terorî de li Sûrîyayê heye", daxuyanîyê got û wî di tabûreke bi navê Xureba Muhasin şer kiriye.

Daxuyanîyê got ku ew ji sala 2014an ve li Holendayê dijî û wî destûr bû penageheke demkî wergirtiye.

Daxuyanîyê got ku polîs mala zilamê gumanbar teftîş kir û dest danîn ser belge, kompîterekî û telefoneke berîkan a zîrek, û anî ziman ku biryar heye ku ew rastî darizandinê were li dadgehê roja Înê.

Ew li ser bingeha agahîyên ku ji alîyê polîsê Elmanî ve hatin dabînkirin hat girtin, cihê ku wan girte ser şeş malên endamên gumanbar ên heman tabûrê, li gorî daxuyanîyê.

Polîsê Almanî "şehadatên şihûdan ên li dijî gumanbaran dabîn kirin", dozgerê Holendî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500