Nûçeyên Iraqê

Jineke Êzîdî ya revandî ji destê DAIŞê tê rizgarkirin

Jineke Êzîdî ya hat revandin li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraqê ji destê rêxistinê hat rizgarkirin li Sûrîyayê, şaredarê Şengalê Mehma Xelîl Sêşemê (21ê Gulanê) ragihand.

"Xebatên berdewam ên Ofîsa Êzîdîyê Revandî [li Duhokê] û hikûmeta Îraqî bûne encama rizgarkirina jineke Êzîdî ya 25-salî ya ku DAIŞê ew tev keçin din di sala 2014an de revandibû," Xelîl ji Diyaruna re ragihand.

"Navîn Reşo li bajarokekî Sûrî bû û hatibû rizgarkirin piştî şikestina DAIŞê û reva endamên wê bo deverên din ên Sûrîyayê," wî got. "Ew gerekdarê guhlêdana nûjdarî û derûnî ye mîna hemû qurbanîyên din ên rêxistina terorîst."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500