Nûçeyên Iraqê

Tîma NY 12 komgoran li Îraqê dibînin û dest bi lêpirsînan di tawanên DAIŞê de dikin

Tîmeke NY komkujîya Êzidîyên Îraqî û kirinên hov ên din lêpirsîn dike, ku 12 komgor vekolandine û şehadeta dîdvanan dikin bo wan di dadgehên Îraqî û dadgehên din ên netewî de bi kar bînin, AFP roja Duşemê (20 Gulanê) ragihand.

Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî di 2017an de li ser damezrandina desteya lêpirsîna navdewletî bo "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) were darizandin li ser tawanên ku li Sûrîyayê pêk anîye erê kir.

Di raporteke ku ji encumenê re hatiye şandin de, serokê tîmê Esad Ehmed Xan got ku xebatan giranî daye sê lêpirsînên seretayî: komkujîya 2014an a Êzidîyan, tawanên ku li Mûsilê di navbera 2014 heta 2016an de pêk hatine, û komkujîya serbazên Îraqî li bajarê Tekrîtê di Hezîrana 2014an de.

Tîmê bi komgoreke ku termên qurbanîyên DAIŞê li gundê Koço li Şengalê li bakur-rojavayê Îraqê dihundirîne dest pê kir.

Xan anî ziman ku "pêşveçûyîna lêpirsînê gelekî hêdî bû" û bal kişand ser pêwîstîya bi avakirina "kenalên zelal û çalak" bo bikaranîna delîlan di dadgehên Îraqî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500