Nûçeyên Iraqê

HRW: Rejîma Sûrîyayê çalakgerên berê yên opozîsyonê digire

Rejîma Sûrîyayê pêleke girtinên bêserûber li dijî çalakgerên berê li navçeyên opozîsyoên yên hatin radestkirin li gorî tifaqên bi serpereştîya Rûsyayê pêk anî, Human Rights Watch (HRW) Sêşemê (21ê Gulanê) ragihand.

Rêkeftinên ku kontrola rejîmê li ser rûberên berfireh li navend û başûrê Sûrîayê sala borî vegerandin lêborînê bo her kesên ku qebûl kirin çalakîyên xwe yên li dijî hikûmetê rawestînin misoger dike, AFP ragihand.

Lê HRW got ku lêkolîna wê dîyar kir ku rexnegirên rejîmê û çekdarên opozîsyonê yên ku li ser "lihevhatinê" wajû kirine baceke mezin didin ji ber biryara xwe.

HRW got ku wê 11 girtinên bêserûber û nebedîbûn li sê deverine ku hêzên rejîmê sala borî ew vegerandine belge kirin -- Parêzgeha Deraa ya li başûrê welat, Xûteya Rojhilatî, gundewarên başûrî yên Şamê.

HRW got ku rêxistinên Sûrî herî kêm 500 girtin li her sê deveran ji Tebaxê de belge kirin.

"Şer li piranîya Sûrîyayê bi dawî bûye, lê tiştek nehatiye guhertin têkildarî binpêkirina hewalgirîyan ji mafên kesên li dijî desthilatê [desthilata rejîmê] re," birêvebera HRW li Rojhilata Navîn, Lema Fakih got.

"Ji ber kêmbûna tedbîrên qanûnî, girtinên bêserûber, û zordarî, heta li deverên ji wan re tên gotin deverên lihevhatinê, bilindtir e ji sozên vala yên hikûmetê yên derbarê veger, çaksazî û lihevhatinê de."

HRW got ku yên dibin armanc malbatên endam, çalakger û çekdarên opozîsyonê ne, da zanîn ku di hemû haletan de, hemû kesên bûne armanc li ser rêkeftinên lihevhatinê bi rejîma Sûrîyayê re wajû kiribûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500