Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên Rûsî 10 sivîlan li bakur û rojavayê Sûrîyayê dikujin

Êrîşên asmanî yên Rûsî 10 sivîlan dikujin, di nav wan de pênc zarok, di êrşên li ser parêzgeha Idlibê, tenê çend saetan piştî ku Mosko agirbestek li herêmê îlan kir, AFP Duşemê (20ê Gulanê) ragihand.

Artêşa Rûsî got ku êrîşên asmanî yên şeva borî li ser Kefir Nibulê pêk hatin piştî ku wê dever weke cihê ku mûşek jê li ser bargeha wê ya cewî ya Himêmîmê ya sereke li Sûrîyayê tên avêtin destnîşan kir.

Tehrîr el-Şam gelek deveran ji Idlibê û beşinan ji Heleb, Hema û Laziqîyayê kontrol dike.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrîşên asmanî yên Rûsî pênc zarok, çar jin û mêrek li Kefir Nibulê kuştin.

Êrîş li nêzî nexweşxaneyekê li bajarok ketin, û hiştin ku ew nema karibe xizmetê dabîn bike, Rewangehê got.

Rewangehê teqez kir ku herwiha şeş sivîlên din di bordumankirina ji alîyê hêzên rejîma Sûrî ve li beşine din ên herêma Idlibê roja Yeşemê mirin.

Rewangehê got ku şer li bakurê parêzgeha Hemayê di nav hevalbendên rejîmê û tundrewan de Duşemê zû qewimî, piştî bêhnvedanekê ji bombebaranê di her sê rojên borî de.

Rewangehê got jî ku balefirên şer ên Rûsî başûrê parêzgeha Idlibê bomebaran kirin, û balefirên rejîmê bakurê parêzgeha Hemayê bi tifingên maş, mûşek û bermîlên nefta xavarmanc kirin.

Êrîşên asmanî yên Rûsî tên piştî Mosko roja Yekşemê got ku hêzên rejîmê "şer bi yekalî rawestandin li zona kêmkirina şer li Idlibê" di nîvê şeva 18ê Gulanê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500