Nûçeyên Iraqê

Zona Kesk li Bexdayê dibe armanca Katyûşayekê

Rokêteke Katyûşa Yekşemê (19ê Gulanê) Zona Kesk li Bexdayê armanc kir -- zona ku cihê ofîsên hikûmetê û balyozxaneyan e, di nav de misyona Amerîkayê -- çend rojan piştî derxistina stafê Amerîkî ji Îraqê, ji ber gefên Îranê, AFP ragihand.

"Rokêteke katyûşa gehişte Zona Kesk bêyî tu qurbanî bikevin," ajansên ewlekarî yên Îraqî di daxuyanîyekê de ragihandin, bêyî dayîna hûragahîyên berfirehtir.

Alozî û tengejî di navbera Amerîka û Îranê de di çend heftîyên borî de germ bûne.

Çarşema borî Amerîkayêfermana derxistina xebatkarên ne serekî ji balyozxaneya xwe li Bexdayê û konsulxaneya xwe li Hewlêrê li kurdistana Îraqê kir, û got ku "egera" rûdana gefan ji alîyê komên çekdar ên ser bi Îranê ve heye.

Heta niha ne xuya ye ku kî li piştê êrîşa Yekşemê ye.

Jêdereke polîs ji AFP re got ku "raportên destpêkê nîşan didin ku rokêt ji meydaneke vekirî" li başûrê Bexdayê hatiye avêtin.

Zona Kesk yek ji qadên sazîyan ên herî bi ewle ye li cîhanê.

Ew li navenda Bexdayê ye, parleman, ofîsa serokwezîr, serokatî, sazîyên serekî,û malên berpirsên bilind û balyozxaneyan dihundirîne.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê li taxeke pir asê ye, ku herwiha bi navê Zona Navdewletî tê naskirin, û bi dîwarên konkrêt dorpêçayî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500