Nûçeyên Iraqê

Kujerê mozexaneya Belcîkî radestî Fransayê tê kirin ji ber bûyerin revandinê li Sûrîyayê sala 2013an

Desthilatên Belcîkî Mehdî Nemûçe, tundrewê Fransê yê ku çar kes kuştin li mozexaneyekê di sala 2014an, radestî Parîsê kir bo rolê wî di revandina çar rojnamegeran de li Sûrîyayê di sala 2013an de, AFP Înê (17ê Gulanê) ragihand.

Nemûçe, 34-salî, bi bihûraniha jîyanê xwe di zindanê de di Adarê de hatiye cezakirin ji ber kuştinên li Brûksilê, dema ku wî du geştyar, xwebarek û ciwanek bi çek kuştin.

Êrîşa li ser mozexaneyê paş vegera wî ji enîyên şer li Sûrîyayê hat, ku li wir Nemûçe zindankerê çar rojnamegerên Fransî yên ku tundrewan ew dîl kiribûn bû, li bajarê Helebê li bakurê Sûrîyayê di sala 2013an de.

Di dadgehkirina wî de li Brûksilê, du rojnamegeran got ku bê guman Nemûçe ew revandibûn.

Ew roja Çarşemê bo Fransayê hat veguhestin û aniha li zidana Meaux-Chauconin li rojhilatê Parîsê girtîye, li gorî çavkanîyeke mafnasî.

Tê payîn ku Nemûçe û Nacer Bendrer, şerîkê wî di êrîşa li ser mozexaneyê de, tevahîya cezayê xwe li Fransayê biqedînin.

Rojnameger li Helebê di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de bûn bo 13 mehan heta dema serbestberdana wan di Nîsana 2014an de, pişt re ew bi çavgirtî û destgirêdayî li deverekê li ser sînorê di navbera Sûrîya û Turkîyayê de hatibûn dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500