Çar efserên Îraqî û polîsek di êrîşeke terorî de ku otombêla wan armanc kiribû hatin kuştin êvara Çarşemê (15ê Gulanê) li başûr-rojavayê Kerkûkê, polîsê Îraqî Pêncşemê ragihad.
"Êrîşeke zîyandar ji hêla komên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk hat bi rêya bombeyeke bidestçêkirî ku otombêleke Polîsê Federal ê Îraqî li Seylan li Rîyadê, li başûr-rojavayê Kerkûkê armanc kiribû," eqîd Ehmed Cebrî yê polîsê Kerkûkê ji Diyaruna re got.
Cebrî dîyar kir ku "herçar efser û polîsekî polîsê Federal di êrîşê de hatin kuştin."
Wî anî ziman ku "hêzên ewlekarîyê operasyoneke ewlehî ya berfireh piştî vê êrîşê dan destpêkirin bo lêgerîna li terorîstan."