Nûçeyên Iraqê

Amerîka û Rûsya êdî li ser rêya rêkeftinê ne li Sûrîyayê

Rûsîya û Amerîka roja Sêşemê (14ê Gulanê) hêvî kirin ku têkilîyên wan, di nav de xebata li Sûrîyayê, baş bibin piştî ku serok Vladimir Putin pêşwezî li wezîrê deve yê Amîrkayê Mike Pompeo kir, AFP ragihand.

Herdu dora du saetan li geştyargeha Sûçî ya li Deryaya Reş dinêre axivîn.

Pompeo -- yê di rexneyên xwe de ji Putin re pir zelal bû -- got ku herdu welat hinek warên xebatê dîtine, û geşbînîya xwe bi dîtina çareserîyekê ji alozîya Sûrîyayê re anî ziman.

Pompeo berî bifire li balafirgehê ji rojnamegeran re got "me giftûgoyine baş derbarê çawanîya em li Sûrîyayê bi pêş ve herin de pêk anîn û herwiha me tiştine ku em dê karibin wan bi hev re bikin jî nîqaş kir, û gelek berjewedîyên me yên hevbeş têkildarî çawanîya birêvebirina prosesa sîyasî hene."

Pompeo dîyar kir ku "yek ji wan prosesa girêdayî Projebiryara 2254ê ya Encumena Ewlekarîyê ye ya ku hatibû hilawestin û ez dibînin aniha em karin bi awayekî vekirî bi hev re bixebitin."

Wî hêvî kir ku "bi kêmanî bila gavek bo avakirina wê komîteyê were avêtin."

Projebiryara 2254ê ya Encumena Ewlekarîyê ya ku bi giştî di 2015an de hat erêkirin, bang bo proseseke sîyasî ya bi rêbertîya Sûrîyan bi piştevanîya NY kir.

Pompeo got ku Rûsya û Amerîka herwiha hinek warên xebatê yên din li Sûrîyayê giftûgo kirin, ên wî nikarîbû eşekre behsa wan bikira.

Herduwan alozîyên Îran û Venezuelayê jî giftûgo kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500