Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 2 tunêlên ku Îraq û Sûrîyayê bi hev girêdidin dibînin

Hêzên pasevanîya sînor a Îraqî du tunêlên jêrzemînî ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kolandin, ku Îraq û Sûrîyayê bi hev girêdidin, dîtin, Fermandîya Operasyonên Enbarê Sêcşemê (14ê Gulanê) ragihand.

Yek ji van tunêlan "du kîlometreyan dirêj e û 1.5 fireh e, û di nava xwe de odeyekê ji bo embarkirina çekan, teqemenî, derman, betanî û alavên din dihundirîne," lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

Felahî anî ziman ku "herdu tunêl bi temamî hatin wêrankirin daku nema ji nû ve werin bikaranîn, ew jî piştî rakirina teqemenîyên di hundir de."

Wî dîyar kir ku tunêl bi saya wêneyên ku hevpeymanîya navdewletî ji artêşa Îraqê re pêşkêş kiribûn hatin dîtin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500