Nûçeyên Iraqê

Kazaxistan dibêje wê bi dehan zarok ji Sûrîyayê vegerandine

Kazaxistanê Înê (10ê Gulanê) ragihand ku wê 231 welatî, piranîya wan zarok in, ji Sûrîyayê piştî çûna wan an jî tevlîbûna wan di rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de vegerandin, AFP ragihand.

Operasyona vegerandina 156 zarok û 75 kesên mezin bo welat di navbera 7 heta 9ê Gulanê de hat pêkanîn, serokatîya Kazaxistanê di daxuyanîyekê de got.

Ev yek piştî operasyoneke weke vê ku di Kanûna Duyem de pêk hat çêbû, ku 43 Kazaxistanî vegerîyan welatê xwe, di pişt re hinek ji wan ji ber tawanên têkildarî tundrewîyê hatin darizandin.

Di daxuyanîya Înê de, Serok Qasim Comert Tokayev operasyona berê bi ya serkeftî bi nav kir.

Serok Tokayev dîyar kir ku "jinan dest ji fikirên xwe yên radîkal berda, kar dikin û têkilîyên xwe bi xizmên xwe re vegerandin. Zarok jî tevlî dibistan û çîmengehan bûn."

Wî got ku "bandora propogandaya derewîn a terorîstan" hişt Kazaxistanî berê xwe bidin Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500