Nûçeyên Iraqê

Herî kêm 8 kes di teqînekê de li Bexdayê tên kuştin

Herî kêm heşt kes hatin kuştin û 15 jî di teqîneke kujêner de li bazarekê li rojhilatê Bexdayê hatin birîndarkirin roja Pêncşemê (9ê Gulanê), AFP ragihand.

"Xwekujekî ku êlekekî teqîner li xwe dikir xwe teqand nêzî bestekan li bazara Cemîlayê ya mişt xelk," efserekî bilind ê polîs, ê xwest ku navê wî neyê gotin, got.

Tu alîyî yekser xwe nekire berpirsê vê bûyerê.

Jêdereke bijîşkî teqez kir ku nexweşxaneya Kindî ya nêzîk heş laş wergirtin.

Êrîş dora saet 9 êvarî qewimî, dema ku carê gelek Îraqî fitirî ne û derdikevine kolanan.

Îraqa ku salên şer ew wêran kirin, di sala 2017an de serkeftin li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) îlan kir piştî pêngaveke ku bi mehan dirêj da.

Lê şanên razayî hîn çalak in, êrîşî sivîl û hêzên ewlekarîyê dikin li sernaserê welat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500