Nûçeyên Iraqê

Yekîtîya Ewropayê: Tundîya nû li Sûrîyayê binpêkirin e ji yasaya navdewletî re

Êrîşên hewayî û bombebarankirina dibistanan û nexweşxaneyan li bakur û rojavayê Sûrîyayê weke "binpêkirineke nayê pejirandin ji yasaya navdewletî" re tê raçavkirin, seroka siyaseta derve ya Yekîtîya Ewropayê, Federîka Mogherinî Çarşemê (8ê Gulanê) ragihand.

Bilindbûna şer û pevçûnan di rojên dawî de di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyayê, bi piştevanîya Rûsyayê, û tundrewan de li herêma Idlibê bi dehan mirî li pey xwe hişt û dora 150,000 kes heta aniha bêwar bûne, AFP ragihand.

Encumena Ewlekarî ya NY roja Înê dê bo nîqaşkirina tundîyê civînekê li dar bixe.

Deh sivîl hatin kuştina Çarşemê li herêma Idlibê, di lêdaneke asmanî ya hêzên hikûmeta Sûrîyayê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

kuştin li devereke ku Tehrîr el-Şam çalak e diqewimin.

"Zêdekirina êrîşa serbazî li bakurê Sûrîyayê, bi rêya êrîşên asmanî û bombebaranên ku dibistan û nexweşxaneyan armanc dikin, û bikaranîna bermîlên teqîner, binpêkirineke nayê pejirandin ji yasaya navdewletî re," Mogherinî.

"Heta aniha gelek kes mirine, û gelê Sûrîyayê rastî gelek azar û janê tê," Mogherinî di daxuyanîyekê de got.

"Yekîtîya Ewropayê bi bîr dixe ku divê Rûsya û Turkîya, ku gerentorê rêkeftina Soşî ne, bicihanîna rêkeftinê misoger bikin," Mogherinî got.

Wê qala rêkeftinekê kir ku li seyrangeha Soçî ya Rûsî di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hemberê wî yê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan de hatibû pêkanîn.

Li gorî rêkeftina agirbestê ya di dîroka 17ê Îlonê de hatiye wajûkirin, Turkîya dê bandora xwe li ser komên dijberîya rejîmê dikin bi kar bîne bo ew çekdaran û çekên giran ji zoneke bêçek vekişînin.

Mogherini haydarî da ku dibe ev tundî ziyanê bigihîne xebata şanderê taybet ê NY, Geir Pedersen, bo berdewamkirina danûstandinan di navbera alîyên Sûrî de li Cenêvê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500