Hêzên Îraqî şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a ku li parêzgeha Selahedînê çalak bû têk birin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî îro Pêncşemê (9ê Gulanê) ragihand.
"Yekîneyên Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî şaneke terorîst ku li Selahedînê çalak bû, û rêxisina terorîst bi çek, cebilxane û teqemenîyan zêde dikir, têk birin," wezaretê di daxuyanîyekê de got.
Wezaretê got ku "hêzên ewlekarîyê mêjîyê li pey şanê jî girtin," û da zanîn ku dest li ser Klaşinkov, cebilxane, çend telîfonên destan, navgîneke çar tayer, çend plakên otombîlan, û nasnameyên sexte hat danîn.
"Her 11 endamên şanên hatine girtin," wezaretê eşkere kir.