Nûçeyên Iraqê

Hikûmeta Sûrîyayê bajarokekî girîng ji tundrewan distîne

Hêzên hikûmeta Sûrîyayê bajarokek li bakurê rojavayê wî welatî vegerandin îro Pêncşemê (9ê Gulanê), ku tundrewan û hêzên opozîsyonê ji derdora wî rokêt diavêjtin serbazgeheke asmanî ya Rûsîyayê, hevalbenda rejîmê, AFP ragihand.

Girtina bajarokê Qelat Medîq, yê li ser tixûbê başûr-rojavayî yê herêma Idlibê ya li jêr kontrola tundrewan e, piştî çend heftîyan ji êrîşên asmanî û bombebaranên dijwar ên hêzên ser bi hikûmetê û hêzên Rûsî tê.

Bordumana dijwar hişt ku tundrew û hêzên opozîsyonê birevin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Rokêt li ser serbazgeha Himêmîmê dihatin barandin" ji devera li derdora bajarok, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Serbazgeha Rûsî li ser kenarê deryayê li parêzgeha Laziqîyayê gelek caran bûye armanca rokêtan û Mosko komên çekdar bi pêkanîna êrîşan bi rêya dironan gunehbar kirin.

Di êrîşa herî dawî de roja Duşemê, 36 rokêt arasteyî Himêmîmê hatin kirin, lê rêgirî li wan hat kirin û tu qurbanî û ziyan rû nedan, wezareta berevanîyê ya Rûsî ragihand.

Girtina Qelat Medîq rojekê piştî kontrolkirina hêzên hikûmetê ji bajarokê Kefir Nebûda yê nêzîk re roja Çarşemê tê, li gorî rojnameya Weten a alîgirê rejîmê û Rewangeha Sûrî.

Bi dirêjahîya şeva Çarşemê û destpêka Pêncşemê, balefirên cengî yên hikûmetê û Rûsyayê êrîşên asmanî liser her du bajarokên nêzîk, Hobêt û Xan Şêxûn, pêk anîn, li gorî Rewangehê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500