Nûçeyên Iraqê

Îraq alavên nû yên kifşkirina teqemenîyan ji hevpeymanîya navdewletî werdigire

Hêzên Îraqî nifşekî nû yê pêdivîyên ku dê alîkarîyê bikin di kifşkirin û bêfitîlkirina teqemenîyan û mayînên erdê de ji hevpeymanîya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike wergirtin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Çarşemê (8ê Gulanê) eşkere kir.

Ev nifşê duyem e ji vî cureyê ku tê wergirtin di kêmî du mehan de, fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Yekîneya endazyarîya serbazî ya artêşa Îraqî alavên sehker, kifşkerên teqemenîyên li jêr erdê û pêdivîyên din bo bêfitîlkirin û teşwîşkirina teqemenîyên ku terorîstan di operasyonên xwe de bi kar tînin wergirtin," wî got.

"Piştgirîya nû ya ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve dê jîyana gelek kesên bêguneh biparêze, ji ber ku tehedîya aniha ew e teqemenîyên ku DAIŞê li çûn xwe hiştine," wî got.

Wî not kir ku pêdivîyên nû dê van her çend rojan bikevin xizmetê de piştî ku leşkerên Îraqî werin rahînankirin bê çawa wan bi kar bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500