Nûçeyên Iraqê

NY: Bêhtir ji 150,000 bêwarî li bakurê rojavayê Sûrîyayê di heftîyekê de rû dane

Tundîya li herêma Idliba Sûrîyayê bêhtir ji 150,000 kes di heftîya borî de bêwar kirin, NY Sêşemê (7ê Gulanê) ragihand, û rejîm û Rûsya di bombebarankirina deverê de berdewam in, AFP ragihand.

NY got ku zêdebûna di êrîşên asmanî û bombebarankirinê de li herêmê, ku bi piranî li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, hişt ku 12 nexweşxane û 10 dibistan derkevin derveyî xizmetê.

Sêşemê, êrîşên asmanî û bombebarankirinan 13 sivîl kuştin, di roja heştem a bombebarankirina bê navber de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Em nîgeran ji ber raportên qala êrîşên hewayî li ser navendên niştecihbûyî û jêrxaneya sivîl dikin," David Swanson, peyvdarekî Ofîsa Karûbarên Mirovî yên NY (OCHA) ragihand.

"Bêhtir ji 152,000 jin, zarok û zilam ji parêzgehên Helebê û Idlibê di heftîya borî bi tenê de bêwar bûne," wî got.

Pêla dawî ya êrîşan tirsên ji destpêkirina êrîşeke rejîmê di demeke nêz de zêde kirin, lewra jî bi hezaran da ser rê.

"Ev cara sêyem e ku em bêwar dibin lê vê carê ya herî bizdêner e," Ebû Ehmed, 40-salî, ji başûrê Idlibê got, yê ku tev malbata xwe roja Sêşemê ber bi deverên li nêzî sînorê bi Turkîyayê re diçû.

"Firîna balefirên şer û bomberankirin bê dilovanî û rehim in," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500