Nûçeyên Iraqê

Bêtirî 500 endamên DAIŞê yên biyanî li Îraqê hatine tawanbarkirin

Dadwerîya Îraqî bêtirî 500 endamên biyanî darizandin û hukim li wan birî ji destpêka sala 2018an ve, ji ber ew tevlî rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûbûn, AFP îro Çarşemê (8ê Gulanê) ragihand.

Li gorî Dadgeha Bilind ya Îraqê, "514 kes hukim li wan hat birîn, ji jin û mêran, lê 202 kesên din ên bersûc hîn tên lêpirsînkirin û 44 hîn tên darizandin".

Daxuyanîya Dadgeha Bilind got ku 11 kesên din hatin bêsûckirin û serbest hatin berdan.

Daxuyanîyê amaje kir ku "neteweyên cuda" hene lê behsa tu welatên destnîşankirî nekir.

Daxuyanîyê got ku lêpirsînên bi kesên ku tenê bi awayekî sade bi endambûna di nav DAIŞê de hatibûn bersûckirin şeş mehan dirêj kirin, lê dibe çi kesê ku bersûc be ku ew bi awayekî çalak di operasyonên rêxistinê de beşdar bûye, qedera salakê lêpirsîn pê re were kirin.

Jêderên hikûmetê ji AFP re gotin ku Bexda dê amade be ku hemû kesên biyanî yên aniha di girtîgehên Kurdî de li bakur û rojhilatê Sûrîyayê li hemberî pereyekî darizîne.

Dora 1,000 çekdarên DAIŞê yên biyanî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê girtî ne, û 9,000 jin û zarokên biyanî li kampan in li wê derê.

Daxuyanîya dadgehê ya roja Çarşemê hat weşandin "han da ku hemû darizandinên biyanîyan ber bi Bexdayê werin guhestin, ji ber ku piranîya balyozxaneyan li paytextê ne û bi vî awayî nûnerên balyozxaneyê ji welatên terorîstan dikarin rûniştinên darizandinê amade bibin".

Herwiha Îraqê berî aniha bi hezaran welatîyên xwe darizandine, yên li ser erda welat hatin girtin ji ber ku ew tevlî DAIŞê bûbûn.

Wê dest bi rêkarên darizandina dora 900 kesên Îraqî yên ku ji Sûrîyayê hatin vegerandin kir û çar ji wan hukimê bi îdamê li wan hat birîn meha borî li gorî qanûna dijî terorîzmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500