Êrîşeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku xaleke pêşkinînê ya polîsê federal li Alton Koprîyê, dikeve di navbera Kerkûk û Hewlêrêde, armanc kir, sê polîsên federal kuştin û yek birîndar bû, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Sêşemê (7ê Gulanê) ragihand.
"Terorîstên DAIŞê şeva borî êrîşî hêzeke polîsê federal kirin li Berdayê, ya ku li ser şarêya Kerkûk- Hewlêrê ye," wezaretê di daxuyanîyekê de got.
Hêzên ewlekarîyê "didin dûv tawanbaran, ên ku reviyane devereke çîyayî piştî pêkanîna êrîşa terorî", wezaretê got.