Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 3 endamên DAIŞê li Enbarê digirin

Sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), di nav wan de yekî destên wî di êrîşkirina li ser karwanên ewlekarî û serbazî de heye, li parêzgeha Enbarê hatin girtin, polîsê Îraqî Duşemê (6ê Gulanê) got.

"Hêzên ewlekarîyê sê endamên DAIŞê girtin di operasyonekê de ku li Hewz û Cezîrê li bakur û rojavayê Remadîyê hat pêkanîn," serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re ragihand.

"Du ji têrorîstên ku hatin girtin ji alîyê niştecîyên xwecihî ve xeberlêdan li wan hatibû kirin, ên teqez kirin ku destê wan di gelek operasyonên kirêt de bo berjewendîyên DAIŞê heye dema wê deverên wan dagir dikirin, lê yê sêyem destê wî di êrîşkirina ser karwanên hêzên Îraqî de hebû," wî got.

Wî got ku çek û CDyekî ku agahîyên derbarê gelek operasyonên DAIŞê dihewîne di operasyonê de hatin desteserkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500