Nûçeyên Iraqê

Amarên nû yên qurbanîyên Êzîdî tên belavkirin

Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî li Duhokê Pêncşemê (2yê Gulanê) lîsteyeke nû ya ku tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li dijî Îzîdîyan bi hûrgilî şiyanse dike weşand.

"Hejmara dawî ya Êzîdîyên saxmayî ji tawanên DAIŞê bi 3451 kesan hat texmînkirin, ku ji wan 1,178 jin in û 337 mêr in," ofîsê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê eşkere kir jî ku hîn 2,966 Êzîdî wendayî ne, di nav de 1,360 jin û 1,606 zilam.

"Herwiha 1,293 şehîd û 80 tevgoristanên ku heta niha hatine dîtin," daxuyanîyê got, ligel bi dehan cihên gorên takekesî.

"Operasyonên me yên lêgerînê dê berdewam bin heta qurbanîyê dawî yê êrîşên DAIŞê were destnîşankirin," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500