Nûçeyên Iraqê

Berpirs: 84 zarokên Tajakistanê ji Îraqê tên vegerandin

Zêdetirî 80 zarokî ji Îraqê gihiştin Tajakistanê, welatê ku dê û bavên wan li wir tên cezakirin ji ber tevlîbûna di nav rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û komên tundrew ên din de, wezareta derve ya Tajakistanê Çarşemê (1ê Gulanê) ragihand.

Heştê û Çar zarok, hemû welatîyên Tajîkî ne, hatin neçarkirin ku "tevlî rêzên" komên tundrew bibin paş ku dê û bavên wan hatin tecnîdkirin, li gorî daxuyanîyeke malpera fermî ya wezaretê.

Li gorî daxuyanîyê, ew bi balefireke taybet ji Bexdayê bo paytexta Tajakistanê, Duşanbe roja 30ê Nîsanê hatin vegerandin.

Di Şibatê de, wezareta derve yê Tajakistanê got ku ew dixwaze 75 zarokên li Îraqê ne vegerîne, û 43 jinên Tajîkî di zindanên Îraqî de ne ji ber sûcên têkildarî tawanên tundûtûjîyê.

Vegerandina jinên girtî dê zehmetir be, wezîrê derve yê Tajîkî Sirodjidin Muxridîn eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500