Nûçeyên Iraqê

NY: Zêdebûna şer li Idliba Sûrîyayê dibe sedema koçberîya 140,000 mirovan

Şer û pevçûnên li bakur-rojavayê Sûrîyayê bû sedema koçberîya nêzî 140,000 kesan ji Sibatê de, NY Çarşemê (1ê Gulanê) ragihand, ji ber ku rejîmê û hevalbenda xwe Rûsya bordumana xwe dijwartir kir.

"Ji Sibatê de, bêhtir ji 138,500 jin, zarok û zilaman ji bakurê Hemayê û başûrê Idlibê koçber bûne," David Swanson ji Ofîsa NY bo Karûbarên Mirovî (OCHA) eşkere kir.

"Di navbera 1ê Nîsanê û 28ê Nîsanê, dora 32,500 kesan berê xwe dan navçeyên cuda li parêzgehên Heleb, Idlib û Hemayê," wî ji AFP re ragihand.

Idlib ji êrîşeke berfireh a rejîmê hat parastin li gorî rêkeftineke ku di Îlonê de hatiye wajûkirin ji hêla hevalbenda Şamê Rûsya ve û piştevana hêzên çekdar Turkîya ve.

Lê navçeya ku dora sê melyon kes lê dijîn li jêr bombebaranên zêdebûyî ye ji dema ku Tehrîr el-Şam di meha Kanûna Duyem de bi yekcarî navçe kontrol kir.

Şer û pevçûn bûne sedema kuştina zêdetir ji 200 kesan ji Sibatê de, NY heftîya borî ragihand.

Pêleke nû a topbarankirinê û êrîşên asmanî vê heftîyê dibistan û navendên bijişkî armanc kirin, li gorî Swanson.

"NY ji ber zêdebûyîna vê dawîyê di pevçûnan de pir nîgeran e," wî got.

Êrîşan hinek deverên Hemayê û başûrê Idlibê, di nav de gundê Qesabiyayê, da ber xwe.

"Tê zanîn ku piranîya gundê Qesabiyayê xwe li gundên ewlehtir girtin ji ber şerê li deverê," Swanson got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500