Nûçeyên Iraqê

Amerîka Rûsya han dide ku ''zêdekirina şer'' li Idliba Sûrîyayê bi dawî bike

Amerîka roja Sêşemê (30ê Nîsanê) rûsya han da ku bapend be û sozên xwe pêk bîne û "zêdekirina şer" li Idliba Sûrîyayê li parêzgeha Idlibê bi dawî bike, AFP ragihand.

"Amerîka careke din teqez dike ku zêdekirina tundîyê li bakur û rojavayê Sûrîyayê dê nearamîyê li deverê encam bide," US State Department spokeswoman Morgan Ortagus said.

"Em bang li hemû alîyan dikin, di nav wan de Rûsya û rejîma Sûrî ku bapend be bi sozên xwe û êrîşên serbazî yên berfireh nekin, vegerine zêdekirina tundîyê li deverê û destûrê bidin alîkarîyên mirovî ku bêastengî bigihine da ku bobelata mirovî ya ku ji ber tundîya berberdewam çêbûye çareser bikin ," she said.

Rûsya û Tirkya di meha Îlonê de li hev kirin ku zoneke veqetîner çêkin da ku nehêlin êrîşên rejîmê yên gengaz li ser Idlib deverên derdora çêbibin.

Lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Înê êrîşên Rûsî li du bajarokên ku 10 kes di wan de hatin kuştin ragihan, di nav wan de kurek û keçek.

Rewangehê gor ku du kesên sivîl hatin kuştin di bombebaranikirina roja Sêşemê de li ser Idlib û Hemayê --bombebarandina herî dijwar ji çaxa agirbesta Îlonê ve.

"NY gelekî enirîye ji ber her sê êrîşên cuda yên hatin ragihandin li ser nexweşxane, siwênkarên tundirustî li bakur û rojavayê Sûrîyayê, bi hezaran xelkê ji mafê wan ê tundirustîyê yê sereke mehrûm kirin," David Swanson ji Ofîşa NY ya bo Hevahengîkirina Kar û Barên Mirovî got.

NY destnîşan nekir bê kî li pey êrîşan e, lê Rewangehê gazin ji rejîma Sûrî û Rûsyayê kir.

Roja Sêşemê, navendeke bijîşkî li Hbêtê li başûrê Idlibê "bi awayekî tund hatine ziyankirin" di bombebarankirinrkr topavêjî de, Swanson got, lêbelê roja Duşemê, êrîşeke asmanî li nexweşxaneyekê xist li bajarokê Letaminê nêzîkî tixûbê parêzgeha Hemayê, ku nema kare xizmetê pêşkêş bike.

Siwênkareke sêyem, Nexweşxaneya Keleha Medîqê li Hemayê, jî nema kare xizmetê pêşkêş bike ji ber ew rastî êeîşeke asmanî hat, ziyaneke mezin gihande tîmargeh, dermanxane û ezmûngeha wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500