Nûçeyên Iraqê

Dê û bavên çekdarên DAIŞê xwenîşandanekê li Elmanyayê li dar dixin

Dê û bav û xizmên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên Elman Duşemê (29ê Nîsanê) xwenîşanek li pêş wezareta derve li dar xistin, û bang li rayedarên Berlînê kirin ku jin û zarokên li Sûrîyayê girtî, yên çekdaran, vegerînin welat, AFP ragihand.

Hinekan posterên dibêjin "Zarok Bêsûc in" hildigirtin, û hineke din lafîteyên dibêjin "zarokên Bêrî yên Elman dê dimirin û dewlet bi tenê temaşe dike" hildigirtin.

"Ez dixwazim ku nevîyên min ji Sûrîyayê bên derxistin û bên Hamborgê, bo bi awayekî asayî bijîn, bo biçin bexçeyê zarokan, parastî bin, bo ez bikarim wan himbêz bikim, bo ew têr xwarin bin û cihê wan gerim be, û bên hezkirin," Intesar Ataba, 51-salî, ku dapîra zarokeke sê salî ye û dergûşeke yek salî ye, ku li Sûrîyayê jidayik bûne got.

Xwenîşanderekî din ku xwe bi navê Şewanî, 55-salî, da naskirin, banga vegerandina sê nevîyên xwe kir, ku temenên wan du, sê û çar sal in.

"Çima gazin ji zarokan tên kirin? Çi sûcên wan in? Ez tênagihêjim," wî got.

Li gorî wezareta hundir, herî kêm 59 zarokên tundrewên Elman heta dawîya Adarê jî hîn li Sûrîyayê bûn.

Bi herifîna asêgeha dawî ya DAIŞê li Sûrîyayê meha borî, çarenivîsa çekdarên biyanî û malbatên wan bûye kêşeyeke mezin ji hikûmetan re, di demekê de ku şer ber bi dawîbûyînê ve diçe.

Elmanyayê dest pê kiriye zarokên tundrewên girtî ji Îraqî vedigerîne ji destpêka Nîsanê ve.

Wezareta derve got ku ew ji rewşên welatîyên Elman di girtîgehê de li Bakurê Sûrîyayê agahdar in, û dîyar kir ku ew nikare bi awayekî rasterast bigihêje wan, ji ber ku balyozgeha li Şamê girtî ye.

Hikûmet li hinek rêbazan digere bo vegerandina welatîyên Elman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500