Hêzên Îraqî dest bi pêngava duyem ji operasyona lêgerînê kir bo paqijkirina deverên biyabanî yên li dirêjahîya sînorên Îraqî bi Sûrîya û Urdinê re ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Fermandarîya Operasyonên Enbarê Duşemê (29ê Nîsanê) got.
Hêzên ewlekarîyê operasyoneke ramaliştinê ya berfireh li başûr û rojavayê biyabana Enbarê pêk tînin û tê de alavên ku teqemenîyên li jêr erdê kifş dikin bi kar tînin, Fermandarê Operasyonên Enbarê lîwa Mehmûd Felahî got.
"Hêzên Îraqî dest pê kirin derbasî Wadî Horan, Wadî Qedaf bûn" û deverin din ji biyabanê, wî ji Diyaruna re got.
Wî got ku "gelek veşartgeh li hejmareke dever û şikeftên çîyayî di operasyonên armanckirî de hatin dîtin," û anî ziman ku pênc endamên DAIŞê di veşartgehekê de hatin girtin.
"Operasyon dê berdewam bibe heta ku armancên xwe pêk bîne," wî got.