Nûçeyên Iraqê

Encumen: Zarokên ji bavên DAIŞî ne Êzîdî ne

Zarokên ku ji jinên Êzîdî re çûbûn di encama destdirêjîya ji alîyê çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve dê destûr nebe ku tevlî civakê bibin li bakurê Îraqê, Encumena Ruhî ya Bilind ya bawerîyê ragihand.

Nîqaşeke dijwar derbarê wan zarokan di civakê de çêbûye, civaka ku tenê li zarokên ji dê bavên Êzîdî yên ji taîfê xwedî der dikeve, AFP Yekşemê (28ê Nîsanê) ragihand.

Serokê Encumena Ruhî ya Bilind Hemze Tehsîn hefteya borî biryarek derxist, ya jê tê fêmkirin ku guhertineke dîrokî ye, têkildarî "qebûlkirina hemû zindîyên ku ji (tawanên DAIŞê) xelas bûne û rewşa ew tê re derbas bûn weke li dijî vîna reçav kir".

Ev yek weke bûyereke "dîrokî" ji alîyê çalakgerên Êzîdî ve hat pêşwazkirin, ên têgihiştin ku zarokên di encama destdirêjkirinê de çêbûne dê destûr ji wan re hebe ku ligel xizmên xwe yên Êzîdî bijîn.

Lê roja Şemîyê, encumenê zelakkirinek weşand û tê de dîyar kir ku biryar "zarokên ku di encama destdirêjkirinê de çêbûne nahundirîne, lê ew tenê zarokên ku ji dê û bavên Êzîdî re çêbûne dide ber xwe".

Ji berê de civaka Êzîdî çi jinên ku derveyî taîfê dizewicin nema weke Êzîdî reçav nake, di nav wan de ew jinên ku di sala 2014an de ji alîyê DAIŞê ve hatin revandin.

Lê rêberê ruhî yê Êzîdî Baba Şêx di sala di pişt re biryarek derxist ku pêşwazîya wan jinan kir ku vegerine welatê xwe lê bêyî çareserkirina çarenûsa zarokên wan.

Di destpêka vê mehê de, Serokê Îraqê Berhem Salih projeya biryarekê ji parleman re pêşniyar kir, biryara ku dê gerentîyan ji jinên Êzîdî yên ji tawanên DAIŞê rizgar bûne dabîn bike û dê dadgehekê ava bike da ku dozên "hala medenî" dîyar bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500