Nûçeyên Iraqê

Ajansa Enerjîya Navdewletî: Îraq li ser rêya rast e bo bibe dabînerê sêyem yê neftê di sala 2030an de

Îraq li ser rêya east e bo dora şeş mîlyon bermîl nefta xav berhem bike rojane di sala 2030 de, Ajansa Enerjîyê ya Navdewletî roja Pêncşemê (25ê Nîsanê got), û ev yek dê wê bike welatê sêyem yê herî mezin di cîhanê de ku neftê dabîn dike.

Raporta Ajansa Enerjîya Navdewletî ya berfireh dît ku berhemkirina Îraqê di van her deh salên tên de dibe ku zêde bibe bi qasî 1.3 milyon bermîl rojane ku bi giştî bibe 5.9 milyon bermîl rojane.

"Îraq yek ji stûnên sereke ye û dê bimîne di bazara neftê de di salên tê de," serokê Ajansa Enerjîya Navdewletî Fatih Bîrol roja Pêncşemê got.

Birol got ku geşbînî ji zêdekirina Îraqê ji berhemkirina neftê bi rêjeya 50% ji sala 2012an ve, tevî ku gelek salan nirx kêm bûn û êrîşkirina wêranker ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li seranserî sêyekekê ji welat.

"Ev yek nermbûna di pîşesazîya nefta Îraqî de dîyar dike," birêveberê Ajansê got.

Ajans mikur hat ku dibe zincîreke astengîyan yên gengaz li dijî pêşbînîyên wê derkevin, di nav wan de şertû mercên bazara cîhanî, weberhênana biyanî li Îarqê, aramîya siyasî û dabînkirina ava ji berhemkirina neftê re tê xwestin.

Aniha Îraq berhemkerê neftê yê pêncem ê herî mezin e li seranserê cîhanê û yê duyem ê herî mezin di nav Rêxistina Welatên Hinardina Petrolê (OPEC) de ye.

Karîna Îraqê heye ku 4.6 milyon bermîlan rojane berhem bike, lê meha borî wê tenê 3.4 milyon rojane hinarde kirin piştî ew qayil bû ku berhemkirina nefta xwe li gel welatin din kêm bike da ku nirx bilind bilind bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500