Nûçeyên Iraqê

NY: Derketina bêhtir ji 7,000 Sûrîyan ji kampa Rukbanê

Bêhtir ji 7,000 kesan ji kampa îzolekirî li biyabanê ya ku Sûrîyên bêwar vedihewîne li nêzî sînorê Urdinî ji Adarê de derketine, peyvdarekî NY Înê (26ê Nîsanê) ragihand.

Li gorî Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA), dora 36,000 kes hîn li kampa Rukbayê mane paş çûna dora 4,000 kesan ji Adarê û heta bi 21ê Nîsanê.

Rejîma Sûrî û Rûsya di Sibatê de gotin ku wan korîdor bo derketina ji kampê vekiribûn û wan bang li şênîyan kir ku derkevin.

"Ji Adarê de, bêhtir ji 7,300 kesan ji Rukbanê çûne," peyvdarê OCHA David Swanson ji AFP re ragihand, including some 3,000 who left after April 21st.

Yên ku ji kampê derketin berê xwe dan wargehên bikom li Humsê yan jî li navçeyên xwe yên resen li Humsê bi cih bûn, OCHA Pêncşemê ragihand.

Wê got ku şênîyên Rukbanê veguhestina xwe bo deverên li ser tixûbê herêmeke kêmşer li derdora bingeha Tenfê, ku hevpymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike bi kar tanî, organîze dikir.

Ji wir, yan ew bi otombîlên xwe çûn an jî bi otombîlên rejîmê yan ên ehlîyan bo çar wargehên bikom li bajarê Humsê hatin veguhestin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku xelkên ji kampa Rukbanê vegerîyan deverên li jêr kontrola rejîmê li Humsê rêkeftinek ligel rejîma Sûrîyayê wajû kirin bi navê "tifaqa lihevhatinê".

Rewş li Rukbanê pir şepirze ye, û gelek kes bi tenê rojane tek carê xwarinê dixwun, li gorî rûniştîyekî kampê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500