Nûçeyên Iraqê

Komgeheke çekan a DAIŞê li nêzî Felûcayê tê dîtin

Komgeheke mezin a jêrzemînî ya çekan ku carê ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû li Numanîyayê, li bakur-rojavayê Felûcayê hat dîtin, di berbanga Çarşemê (24ê Nîsanê) de, Fermandarîya Operasyonên Enbarê eşkere kir.

Komgehê dora 400 kîlogram ji teqemenîyan, hawin, narincok, cebilxane û çekên cuda, û herwiha aleyên DAIŞ dihundirandin, fermandar lîwa Mehmûd Felahî di konferanseke rojnamevanî de nîvroja Çarşemê got.

"Komgeh li jêr odeyeke ji kelpîçan li navçeyeke çandinîyê li Numanîyayê hatibû avakirin," wî got.

"Xelkê artêş xeberdar kir ku carê endamên DAIŞê nobedarî li deverê dikirin û wan texmîn kir ku DAIŞê komgehek ava kiribû berî dever ji alîyê hêzên Îraqî di sala 2016an ve bê rizgarkirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500