Nûçeyên Iraqê

Dadgeheke Fransî daxwaza şopdarên DAIŞê ya vegera bo welat red dike

Dadgeheke zagonsaz a Bilind li Fransayê Sêşemê (23êyê) daxwaza malbatên ku xizmên wan çûbûn Sûrîyayê bo tevlî rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bibin bo welat red kir, AFP ragihand.

Encumena Dewletê, ya ku weke şêwermendeke yasayî ji hikûmeta Fransî re dixebite û mîna dadgeha herî bilind a îdarî ya bê fermanrewayî tê hejmartin, got ku ne karê wê ye ku biryarê li ser rewşê bide.

Paş berçavgirtina çar daxwaznameyên wiha wê biryar da ku gaveke wiha bi hewcedarî "gotûbêjkirina bi hêzên biyanî ye yan jî destêwerdana di xakeke biyanî de", ku ev jî li derveyî karê wê ye.

Fransa û welatên din ên Ewropayê nîgeran in ji ber çawanîya wergirtina çekdarên biyanî û malbatên wan, ku gelek ji wan li kampan in li navçeyên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk.

Ev pirs li Fransayê pir hestyar e, ji ber ku di teqîneke kujêner de li paytextê ku di sala 2015an de rû daw û DAIŞê berpirsyarî li xwe girtibû 130 kes hatin kuştin.

Biryara yasayî ya roja Sêşemê paş komentên Wezîrê Hundir a Fran sî Krîstof Kastaner tê dema got "tu vegera bo welat" nayê berçavgirtin, lê dê Fransa dosyayan "yek bi yek" lêkolîn bike heta rê bide vegera zarokên çekdarên DAIŞê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500