Nûçeyên Iraqê

Topbarana rejîma Sûrîyayê 7 kesan li Idlibê dikuje

Topbarana rejîma Sûrîyayê heft sivîl li navçeya Idlibê kuştin roja Sêşemê (23êyê Nîsanê), di pêla herî dawî ya tundûtûjîyê de ya ku agirbesta heft-mehî dixe xeterîyê de, AFP ragihand.

Çar zarok û du jin di nava her heft kuştîyên bi agirê rokêtan de li bajarokê Xan Şêxûnê li Idlibê bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Xebatkarên berevanîya sivîl a Sûrî ev hejmar piştrast kirin, û gotin ku 12 kesên din birîndar bûne.

Rûsya û Turkîya di Îlonê de rêkeftineke li dor avakirina navçeyeke veqetîner bo rêgirtin li ber êrîşeke mezin a rejîmê li ser navçeya Idlibê, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re.

Lê navçeya ku sê milyon kes lê dijîn rastî bordumaneke mezin tê ji dema ku Tehrîr el-Şam bi temamî ew kontrol kir di Kanûna Duyem de.

Topbarankirina zêde li Xan Şêxûnê bû sedema yek ji mezintirîn pêlên koçberî û bêwarbûyînê ji dema ku rêkeftina agirbestê li Sûçîya Rûsî hat wajûkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500