Nûçeyên Iraqê

DAIŞê berpirsyarîya xwe ji êrîşên Sirî Lankayê yên ku bi dehan kuştin ragihand

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Sêşemê (23êyê Nîsanê) berpirsyarîya xwe ji zincîrek ji teqînên ku zêdetir ji 320 kesan kuştine li Sirî Lankayê ragihand, piştî ku hikûmetê hinek tundrewên xwecihî bi encamdana teqînan gunehbar kirin, AFP ragihand.

Ev angaşt paş 48 demjimêran ji teqînên hema bibêje di heman demê de pêk hatin, ku sê hotêlên nûjen ên navdar bi vehewana biyanîyan û sê kenîseyên mişt Xiristîyan ku Cejna Hêkan pîroz dikirin.

Hikûmeta Sirî Lankayê Sêşemê got ku koma Cemaet Tewhîd a Niştîmanî Îslamî li pişt teqînan e, û amaje kir ku ew weke tolhildan ji êrîşên meha borî li dijî du mizgeftan li Niyû Zîlandayê hatine encamdayîn.

Serokatîyê got ku agahîyên hewalgirî hebûn ku "komine terorîst ên navdewletî" piştevanîya tundrewên Sirî Lankî dikirin.

"Ew kesên ku êrîşên ku endamên hevpeymanîya navdewletî ya bi rêbertîya Amerîkayê û Xiristîyan li Sirî Lankayê berî du rojan armanc kirin encam dan çekdarên rêxistinê ne [DAIŞ]," daxuyanîyeke ajansa Amaqê ya ku propagandayê ji DAIŞê re dike wiha got.

Daxuyanîyê tu belgeyên ku angaşta wê piştrast bikin belav nekirin. Di daxuyanîyeke fermî de, komê navên kod lê ne navên temam ên heft êrîşkerên ku wê got wan di êrîşê de cih girtibû belav kirin.

Çavkanîyekê ji polîs ji AFP re Sêşemê ragihand ku du birayên ku Musilman in -- ku zarokên bazirganekî dewlemend ên Kolomboyê ne -- di nav êrîşkeran de bûn.

Wan xwe teqand piştî ku weke mêhvanên ku dawa taştê dikin da pêş li hotêlên Şengrayî-La û Grand li paytextê, li gorî çavkanîyê.

Ew her du endamên girîng ên Cemaet Tewhîd bûn, rêxistina ku hikûmetê berî aniha ew bi têkbirina pûtên Bûzîyetê gunehbar kiribûn, li gorî efserekî lêpirsînê.

Polîs herî kêm 40 kes girtin, lê Serokwezîr Ranîl Wikremesinghê got ku hîna gelek gumanlêkirî serbest in, di nav de "hinek" kesên teqemenî bi wan re hene, û eger heye ku êrîşine din pêk werin.

Hikûmetê rewşa amadebaşîyê sepand, û destûreke taybet da polîs û artêşê, di nav de girtina gumanbaran bêyî hebûna fermaneke ji dadgehê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500