Nûçeyên Iraqê

Bêhtirî 60 milyon dolaran ji Mûsil hatin dîzîn piştî rakirina parêzgar

Bêhtir ji 60 milyon dolaran ji malê giştî ji alîyê berpirsine Mûsilê yên nêzî parêzgarê berê yê parêzgehê hatine dizîne, paş bûyera noqbûna belemekê, Berpirsine Îraqî îro Duşemê (22yê Nîsanê) ragihand.

Komîsyona Destpakîyê ya Îraqî bo got ku berpirsinan ji parêzgeha Nînewayê dora 64 milyon dolaran ji malê giştî dizîye, AFP ragihand.

Di nav de dora 40 milyon dolar ji pereyên ji nûavakirina bajar re hatibûn terxankirin, bajarê hatiye wêrankirin ji ber sê sal ji serwerîya “Dewleta Îslamî” (DAIŞ) û paşê mehên dirêj ji şerên dijwar li dijî rêxistina tundrew.

Pere di demekê de hatin dizînku bûyereke trajîdî ya noqbûnê di Adarê de qewimî ku tê de 100 kes mirin, û vê yekê hişt ku parleman bi awayekî vekirî û berfireh êrîşî parêzgar Newfel Agûb bike, yê ku ji wê demê de ji postî xwe hat bidûrxistin.

Di daxuyanîyekê de, Komîsyona Destpakîyê got ku berpirsine "nêzî Agûb" pere dizîne, lê ew bi xwe gunehbar nekir.

Daxuyanîyê got ku 14 berpirs destpêka vê mehê hatine girtin paş ku lêpirsînê dî ku "veguhestinan pereyan û hewaleyên bankî yên malên giştî li ser hesabên kesane yên berpirsine mezin hatine kirin".

Endamekî komîsyonê eşkere kir ku ji pereyên nexweyayî, "bi tenê 6 milyon dolar" hatine vegerandin ji hêla hikûmetê ve.

Parleman lêpirsînên derbarê tohmetên têkildarî gendelîyeke mezin di nav berpirsên Nînewayê de dikir, û encamên lêpirsînê hevdem ligel hêrsa ji ber noqbûna belemê hatin dîyarkirin.

Hinek berpirs hatin girtin, lê Agûb serbest maye, tevî ku ew li Hewlêrê xwe vedişêre.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500